Girê Mirazan yan jî
Xirabreşk /
Xerabreşkê, cihekî arkeolojîk ê neolîtîkê ye ku li nêzîkî gundê
Xirabreşkê yê
Rihayê ye û dibe cihê bermahiyên perestgeha herî kevn a cîhanê be. Dirêjiya vî girê destçêkirî 15 metre ye, tîreya wî nêzîkê 300 metre ye û nêzîkî 760 mêtre ji asta behrê li jor e. Ev du qonaxên bikaranînê vedihewîne. Li gorî arkeologê alman
Klaus Schmidt, kaşif û vekolerê vî girî, armanca bikaranînê civakî yan dînî bû û ji hezarsala 10ê-8ê b.z. maye. Di qonaxa yekem de, ya ku di dema
Neolîtîka A ya berî Cervaniyê de pêk hatiye, stûnên kevirî yên bi şiklê T-yê hatine çikandin — ev stûn
megalîtên herî kevn ên dinyayê ne. Dîroka van megalîtan hatiye diyarkirin ku ji sala 9.500 b.z. mane û ev megalît 5.500 sal ji bajarên yekem ên
Mezopotamyayê û 7.000 sal ji Stonehengeê mezintir in.
(zêdetir...)