Civaknasî, sosyolojî yan jî zanista civakî lêkolîna zanistî û sîstematîk a civaka mirovan e ku civakê, tevgerên civakî yên mirovî, awayên pêwendiya civakî, danûstandina civakî û aliyên çandê yên bi jiyana rojane re ye lêkolîn dike. Wekî beşeke hem zanistên civakî hem jî zanistên mirovahiyê, civaknasî ji bo peydakirina zanyariyeke li ser nîzama civakî û guhartina civakî rêbazên cihêreng ên lêkolîna empîrîk û analîza rexneyî bi kar tîne. Mijarên sosyolojiyê yên sereke ji analîzên têkilî û tevgera takekesî di asta mîkro de bigire heya analîzên pergalên civakî û awayê civakî di asta makro de diguhere. Lêkolîna sosyolojîk a sepandî dibe ku rasterast li ser siyaseta civakî û refahê were bikaranîn lê nêrînên teorîk dikarin li ser têgihiştina pêvajoyên civakî û rêbaza fenomenolojîk bisekinin. Max Weber, Karl Marx û Emile Durkheim sosyologên klasîk ên herî naskirî li cihanê ne. (zêdetir...)
Wîkîpîdiya însaykllopîdiyayekî azade ke hemû kesêk detiwanêt destkarîy bikat. Witare soranîyekan le mangî 8î 2009ewe le mallperrî ciyawazî kurdîy nawîn û be elfubêy erebî billaw debinewe.
Wîkîpediya, ensîklopediyeke azad a bi zimanê kurdî ye. Ev projeya navneteweyî, derfeteke girîng a ji bo pêşdexistina zimanan e. Mirovên ku dixwazin zimanê kurdî pêşde biçe, dikarin di Wîkîpediyayê de alîkariya zimanê me bikin. Hûn jî dikarin li vir tevlî me bibin. Keremkin bi beşên alîkarî û pênc hîmên sereke yên wîkîpediyayê fêr bibin ka gotar çawa têne nivîsandin.
1838 – Nîkaragua piştî veqetandina ji Federasyona Amerîkî ya Navendî, serxwebûna xwe îlan dike.
1911 – Li Portekîzê mafê dengdanê ji jinan re hate dayîn.
1945 – Mêrkûjê bi milyonan însanan Adolf Hîtler di 56 saliya xwe de întîhar kir. Di heman demê de jina Hîtler Eva Braun jî di 33 saliya xwe de întîhar kir.
1975 – Bajarê Saygonê kete destê şervanên Viyetnamê û piştî yekbûna Vîetnama Başûr û Bakur, şer bi dawî bû.
1976 – Li Qersê dîsa erdhej çêbû, 3 kes mirin, 6 kes birîndarbûn û ji hezarî zêdetir mal jî zerar dîtin.
1991 – Li Bangladeşê firtone rabû; di encama karesatê de sed û yek hezar (101.000) mirov mirin.
1993 – Li navçeya AmedDîcleyê bûyereke faîlê wê ne diyar qewimî. Li navçeya Dîcleyê saet li texma 20:30an de malek hate bombekirin, di encama teqînê de Îbrahîm Akengînê 16 salî jiyana xwe ji dest da.