Amed
Di bin banê baroyên bajarên kurdan de komîsyonên ziman hatine sazkirin. Ev komîsyon xebatên xwe yên li ser ziman didomînin. Niha wan hemûyan bi hev re komxebateke saz kirin.
1'emîn Komxebata Komîsyonên Zimanê Kurdî ya Baroyên Herêmê li avahiya Baroya Amedê hat li dar xistin. Komxebat roja 15'ê mehê li dar ket. Endamên Komîsyonên Zimên ên baroyên Şirnex, Wan, Êlih, Amed û Rihayê beşdarî komxebatê bûn. Endamên komîsyonan li ser gelek mijaran nîqaş kirin û di dawiya komxebatê de biryar hat dayîn ku di gelek mijaran de hevkarî bê kirin.
Banga hilbijartina dersa ziman
Li aliyê din Baroya Amedê ji bo dersa hilbijêrkî daxuyaniyeke nivîskî belav kir û bang li malbatan kir ku ji bo zarokên xwe li dibistanan dersa hilbijêrkî ya kurdî (kurmancî, kirmanckî) hilbijêrin. Baroyê got ku ew ligel wan in.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Dê û bavên rêzdar, mafê zarokên me ye ku zimanê xwe yê zikmakî bibingehîn hîn bibin. Di bikaranîna van mafan de pêşeyî li we dê û bavan e. Rê li ber bikaranîna vî mafî vekirin û vî mafî parastin peywira me parêzeran e. Lewma divê em hemû bi hev re bimeşin. Ji bo pêşîgirtina li asîmîlasyonê, parastina mafên xwe yên bingehîn û ji bo bipêşxistina zimanê xwe yê zikmakî dersa bijarte ya zazakî/kurmancî hilbijêrin. Ji bîr nekin, em li hemberî kesên ku hewl didin vî mafê zarokên me asteng bikin bi we re ne. Li ragihandina di derbarê pirsgirêkek herî biçûk a vê mijarê de jî didulî nebin. Em bi we re ne."
Li dibistanên Tirkiyeyê di polên 5, 6, 7 û 8'an de dersên hilbijêrkî hene ku di nav van dersan de dersên kurdî (kurmancî û kirmanckî) jî hene. Malbatên bixwazin dikarin heta 20'ê mehê serî li dibistanan bidin û ji bo sala bê ya perwerdehiyê ji niha de dersê ji bo zarokên xwe hilbijêrin.