Diyarname
Hunermend Mîr Perwer roja 23’yê berfanbara 2022’yan li Parîsê li Navenda Çanda Kurdan a Ahmet Kaya ligel Emine Kara û Abdurrahman Kizil hatibû kuştin. Cenazeyê wî anî bûn Mûşê lê di dema definkirinê de gelek bûyer derketibûn. Û niha diya wî Filiz Aydin canê xwe ji dest da. Filiz Aydin li nexweşxaneyê dihat dermankirin, îro canê xwe ji dest da. Aydin ev demek bû ji ber enfeksiyonê dihat dermankirin, lê vê êvarê mir.
Hat gotin ku cenazeyê wê dê li Mûşê ligel kurê wê Mîr Perwer bê definkirin.