Diyarname
Serokê Cemiyeta Rojnamegeran ê Bedlîsê rojnameger Sinan Aygul ku van deman ser hev de tên binçavkirin û berdan got, “Ez ditirsim rojek li kuçeyê min bikujin. Lê ji bo pîşeya me ezê ber xwe bidim.”
Rojnameger Aygul li Bedlîsê karê xwe yê rojnamegerî didomîne. Karên ne li rê, karên veşarî yên li herêmê dike nûçe û eşkere dike. Ji ber nûçeyên xwe heta niha der barê wî de 7 lêpirsîn hatine dest pê kirin. Rojek berê carek din hat binçavkirin û piştî îfadeyan hat berdan. Hema hema her meh tê binçavkirin.
Rojnameger Aygul ji Ajansa Mezopotamyayê ji bo Cengiz Ozbasar axiviye û gotiye, “Gelek rojnameger bi neheqî hatiye binçavkirin û bi dehan ji wan hatine girtin. Ez ditirsim min jî bigirin. Tirsa rojekê dê li nav kuçeyên min bikujin bi min re heye. Ji ber ku ev ne îhtîmalên dûr in. Bi dehan hevalên me wisa kuştin. Ev metirs bi min re heye lê ev yek nikare pêşî li min bigire ku ez nenivîsim. Emê bi awayê herî baş karê xwe bikin, bi vî awayî bidomînin. Ji bo pîşeya xwe emê ber xwe bidin.”
Aygul gotiye ku rojnamegerên ku li ser binpêkirinan, karên ne li rê, tavîz û tecawizê nûçeyan çêdikin zordarî heye û dixwazin pêşî li rojnamegerên bi vî rengî bigirin û ev yek lê zêde kiriye, “Dixwazin rojnameger tenê li ser kûlîlk û kêzikan nûçeyan çêbikin. Wisa dixuye hinek bi ser ketine jî. Ji ber ku li ser rojnamegeran otosansur heye. Li bajarê ku ez dijîm ji rojnamegerên li ser binpêkirina mafan nûçeyan çêdike tenê ez im. Ji ber vê hedefê wan ez im. Heta ku ev yek dê bidome ez nizanim lê ez rojnameger im. Ez bi paş ve gav navêjim. Ger dixwazin tiştek bi dawî bibe bila dest ji karên ne li rê, dest ji bin pêkirina mafan û dest ji faşîzmê berdin. Tiştê ku rast e, ez wê dikim. Divê tu rojnameger dest ji heqîqetê bernede.”