Diyarname
Însiyatîfa Aştî û Hêviyê ya Kurdistanê li Şengalê daristaneke ava dike. Ji bo vê yekê jî 3'yê mehê li Bielefeldê konserek li dar dikeve. Hunermend Yelda Abbasi, Laia Genc, Nûrê Dilovanî û Beata Wolf wê beşdarî konserê biin.
Berdevka însiyatîfê Emine Gozen ji Ozgur Polîtîkayê ji bo Arat Ararat axiviye û gotiye, "Bi pereyên ku ji konserê bêne girtin emê li Şengalê daristanek saz bikin. Beşek mezin dê darên zeytûn û hejîrê hebin. Di projeyê de 3 hezar dar dê hebin. Em projeyê ligel Meclisa Xweser a Şengalê û saziyên jinan ên li Şengalê saz dikin."
Gozen gotiye ku heta 5 salan ew dê ji daristanê hilberînê bi dest bixin û ev dahatû dê ji bo perwerdehiya zarokên mexdûr bikar bînin.
Koma Trio Sêreng ku ji Yelda Abbasi, Laia Genc, Nurê Dilovanî û Beata Wolf dê konserê bidin. Konser 3'yê mehê saet 19.00'an de li Bielefeld Volkshochschule de ye.
Ji bo têkilî:
www.initiative-kurdistan.org