Diyarname
Derhênerê îranî Cafer Penahî ku li Girtîgeha Evîn girtî ye, dest bi greva birçîbûnê kir.
Malbata Penahî bi ser tora civakî re peyama wî belav kir û got, "Ez helwesta derveyî hiqûq û mirovahiyê ya daraz û ewlehiyê şermezar dikim. Min dest bi greva birçîbûnê kir û heta ez bêm berdan ez xwarê, vexwarinê û derman xwarinê red dikim. Dibe ku heta bedenê min bê rih ji girtîgehê derkeve ezê wisa bimînim."
Derhêner Penahî berî niha bi şeş mehan dema çûbû girtîgehê serdana hevalên xwe li wir hatibû girtin û ew şandibûn xistibûn Girtîgeha Evînê.
Nûçeya Eleqedar: