Îhsan Bîrgul
Wexta min pirtûka Herdem Merwanî ya bi navê "Reqsa Perperîka" da destê xwe bixwînim, dilê min bi tirs bû. Min got gelo jineke bi salan di girtîgehan de mabe û her wiha emrê xwe bi hatin û çûyîna derê girtîgehan de derbas kiribe, çiqas kariye xwe ji sloganan xilas kiribe û ristên edebî hûnandibe.
Çimkî; em qebûl bikin an nekin, em gelek nivîskarên kurd di metnên edebî ve xwe ji diruşman xilas nakin. Ango xwe jê dûr nagirin. Wê çaxê jî nivîs qels dibin. Bi taybetî jî helbest.
Helbet em ê êşê welatê xwe, keda şoreş û şervanên xwe binivîsinin. Divê em binivîsinin jî. Lê ne bi diruşman, divê em kirasekî edebî lê bikin. Ji bo ne nivîs sivik be ne jî êşa war û niştimanê me erzan be...
Çawa çavê min bi helbesta ewil ya pirtûkê ket hinekî ev tirsa min şikeşt.
Helbesta bi navê "Beybûn" wiha hatibû hûnandin:
"Ji bo kenê rûyê te
Stûxwar nebe
Min her roj
Ji biharên Mezopotamyayê
Qevdeke beybûn
Danî ber derê te
Tu bi beybûnan şad bûyî
Ez bi bihara rûyê te"
Bi xwendina van rêzikan meriv ferq dike ku nivîskar ne tenê perperîk, peyv û hevok jî rakirine reqsê. Nîşana teslîmbûna dilekî ya li hember dilekî din radixe ber çavan. Xwefedakirina ji bo çavan jî...
Hîn nivîskar ji hîn peyvan hez dikin. Wana wekî qalibên dengbêjiyê hema bêjin di gelek helbestên xwe de bilêv dikin. Ev peyva Merwanî jî peyva "spartin"ê ye. Sê çar helbestan de ev peyv heye. Piranî jî bi hevoka "min dil spart". Diyar e nivîskar ji vê peyvê pir hez kiriye.
Dîsa peyv û metaforeke ç§end caran hatiye dubarekirinê heye. Ew jî peyva "cotkezî" ye. Bi van rêzikan:
"Di bi şewq û şemala te
Şad dikim
Por bi stêrka sibê şeh dikim
Û cotkeziyan bi tîrêjên berbangê
Dihûnim"
"Tu dikarî bi cotkeziyên xwe
Min ji nû ve biafirînî"
Meriv têdigihêje nivîskar hay wateya cotkeziyan ya di çanda civakî ya kurdan de heye. Wekî tê zanîn yek ji nîşanên bedewiya jina kurd kezî ne.
Şehkirina wan, kurkirina wan, her yek bi serê xwe çandek in. Şehkirina jinan ya keziyên wan, vehûnandina keziyên yarê, li ser navê "qebehatkirina jinê ya bi kurkirina keziyan cezakirin" an jî ji bo şînê an tolhildanê jêkirina jinê ya keziyên xwe. Û gelek mînakên din...
Nivîskar di rêzikekî de ji tîrêjên berbangê re cotek kezî çêkirine, di ya din de jî ji dayikê lawaye afirandina ji cotên keziyan kiriye.
Di helbesta bi navê "Aştî "de dîsa em pêrgî peyv û metafora keziyan tên:
"Zarokek heft salî ye
Di çarînên helbesta min Aştî
Bi dilşikestî îro baz dide
Li sikakên welatê min
Vê êvarê
Çend kesan
Keziyên Aştîyê
Bi xwîna kevokan hûnandin"
Nivîskar di van rêzikan de aştiyê dişibîne jineke kurd a destên bi xwîn li keziyên wê ketine û hatibin herimandin. Çimkî di çanda civakî ya kurd de divê destên xerîb û destên bê destûr li keziyên jinê nekevin...
Min serî de gotibû nivîskar xwe ji sloganan xilas kiriye. Rast e. Lê ev nayê wê wateyê behsa pirsgirekên civakî nekiriye. Helbesta wê ya bi navê "Jin-kuj" diyar dike li hemberî kuştina jinan xwediyê kîjan seknê ye û meseleyê haydar e:
"Li bajarê jor
Li bajarê jêr
Li navçeya rast
Li gundê çepê
JIN-KUJEK
Jiyanê zincîr kiriye
Di zindana hêza derewîn de
Û jin mir di awirên evînkujiyê de
Mirovahî şevkorî bû
Nedît
Dinya lal bû
Neqêriya"
Tişteke ez jê ditirsiyam jî tesîra mantiqa tirkî ya li gelek nivîskarên kurd e ye. Lê Merwanî ev kiras bi rihetî çirandiye û li ser hiş û pênûsa xwe avêtiye. Wekî jineke kurd a xwe dabe ser şêmîkê û bi hestên kurmancî û gotinên resen ji lawikê dildarê xwe re strabe hestên xwe vehûnandine. Em nivîsa xwe bi çend rêzikên bi van hestan hatibin nivîsîn biqedînin:
"Ji bo çavên min
Bi hatina te şad bibin
Min her berbang
Ji zeraqên rojê re
Cotekezî kirin qurban"
birgulihsan21@gmail.com
**
Nivîsên Îhsan Bîrgul ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Li ser 'Şeşaqil' a Cîhan Roj heft rexne, heft pesin
- Hestên bi siloganan hatine astengkirin!
- Li Fûara Pirtûkan Mala Sêyemîn
- Teklîfa zewacê û dilopa mîzê
- Girîngiya xebatên tez-pirtûkên bi kurdî
- Sosyalîst û şerîetparêz ne hevkaren kurdan in
- Mistefa Borak: Peeyyyîî! Xorto me tu ji bîr kirî...
- Îdlîb, Heştî Şabî û êrîşa li ber derî
- Sofiyê ji bo Monîka ji dêrê û mizgeftê dibe
- Tenzere, kurmanciya Eledax û giyadîniyan
- 'Birazî ka klamek Şakiro veke'
- Kurtenameyek ji bo Mîr Celadet
- Ev e bêalîtî; Rewşenbîrên Şîfa dîtin Nûjiyan nedîtin!
- Îro her kes vegeriya ser eslê xwe!
- Şengal û parastina kurdên êzîdî